ئازادیا وەلات: دیسا ئیران، دیسا هۆڤیتی/ 2013-01-07

هەواڵ سەبارەت بە ئەگەری لەسێدارەدانی زانیار و لوقمان مورادی

هەواڵ سەبارەت بە ئەگەری لەسێدارەدانی زانیار و لوقمان مورادی

Advertisements

تاگەکان: , , , , , , , ,

One Response to “ئازادیا وەلات: دیسا ئیران، دیسا هۆڤیتی/ 2013-01-07”

  1. : رۆژپڕێس/ Rojpress Says:

    Hovîtiyê rawestînin
    Nûçe2013-01-070 Şirove29 Kesan xwend Li rojhilatê Kurdistanê hovîtiyên rejîma Îranê li hember kurdan ranawestin. Dewleta Îranê di salvegera darvekirina Huseyîn Xizrî de hewl dide siyasetmedarên kurd Loqman û Zanyar Mûradî ku birayên hev in, îdam bike

    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên li rojhilatê Kurdistanê hatine bidestixstin, dozgerê rejîma Îranê yê Sineyê ji bo pêkanîna cezayê darvekirinê yê girtiyên kurd ên siyasî Loqman û Zanyar Mûradî ku birayên hev in, çûye girtîgeha Gewher Detş a bajarê Kerecê.
    Tê îdîakirin ku dibe her du bira di nava sê yan jî çar rojan de bêne bidarvekirin. Ev agahî ji aliyê dayika wan ve hat piştrastkirin.
    Dadgeha Pêdeçûnê ya Îranê di meha çileya 2012’an de, cezayê Zanyar û Loqman Mûradî erê kiribû û ji bo pêkanîna ceza melayê Merîwanê hatibû agahdarkirin. Ev nûçe ji aliyê ajansa nûçeyan a Mehrê ve hatibû piştrastkirin. Balkêş e ku ev mijar di salvegera darvekirina girtiyê siyasî yê kurd Huseyîn Xizrî de hat rojevê.
    Dayika Zanyar û Loqman Mûradî ev agahiya pêkanîna cezayê darvekirinê piştrast kir û li hemberî vê yekê banga bihîstyariyê li gelê kurd û raya giştî ya navneteweyî kir. Girtiyên siyasî yên kurd Zanyar û Loqman Mûradî berî niha bi demekê serî li Dadgeha Pêdeçûnê dabûn ku biryara cezayên wan ê darvekirinê xera bike. Lê dadgehê ku serlêdan red kir, her wiha dosyaya wan ji bo înfazê, şand beşa pêkanîna ceza. Rêvebirên girtîgeha Recayî Şehr a Kerec, biryara dawî ji Zanyar û Loqman Mûradî re ragihandin.
    Zanyar û Loqman Mûradî di 17’ê cotmeha 2009’an de li Merîwanê hatibûn girtin û piştî 9 meh îşkenceyên giran, di 22’yê mijdara 2010’an de bi îdiaya sûcê “Muharib” ango “dijminahiya Xwedê”, cezayê Îdamê li wan hatibû birîn.

    NAMEYA WAN
    Zanyar û Loqman Mûradî di nameya der barê rewşa xwe de, di meha çileya 2012’an de nivîsandine de dibêjin: “Ev name ji aliyê Zanyar Mûradî yê 25 salî û Loqman Mûradî yê 28 salî yên bêguneh di girtîgeha Recayî Şehrê de hatiye nivîsandin. Biryar hatiye dayîn ku me li ber çavên gel bi dar ve bikin. Em bin îşkenceyên giran de ne, bi îşkenceyên giran van sûcên ku me nekirine, bi me dane îmzekirin” û banga hestyariyê li kurdan û raya giştî ya navneteweyî kirin.”

    10 KURD DARVE KIRIN
    Girtiyê kurd Huseyûn Xizrî jî di çileya 2011’an de bi awayeke veşarî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû darvekirin. Piştî Xizrî, girtiyê kurd ê bi navê Ferhad Tarim ê ji PDK-Îran Ferhad Tarim jî roja 27’ê çileyê li girtîgeha Urmiyeyê hat bidardekirin. Li gel Tarim û Xizrî ji sala 2007’an û vir ve hejmara girtiyên kurd ên siyasî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin gihîşt 10’an.
    Hasan Hîkmet Demîr di sala 2007’an de yekemîn milîtanê PJAK’ê yê hatibû darvekirin e, di 11’ê mijdara 2009’an de Îhsan Fetahiyan, di 6’ê kanûna 2010’an de Fesîh Yasemînî, di 9’ê gulana 2010’an de jî mamosteyên kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elem Hûlî û Mehdî Îslamiyan hatin darvekirin.

    Gelek kurd bi îdamê re rû bi rû ne

    NAVÊN girtiyên kurd ên siyasî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatine birîn wiha ne: Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Taleî, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdulah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi, Zanyar Muradi, Bextiyar Mimari, Sirwan Nijawi, Îbrajim Îsapur, Hoşeng Rezayî, Simko Xurşîdî, Saman Nesîmî, Mensûr Arwend, Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa. SINÊ – ANF
    http://www.awelat.com/haber/hovitiye-rawestinin-1361

    http://www.awelat.com/arsiv/2013-01-07

وەڵامێک بنووسە

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / گۆڕین )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / گۆڕین )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / گۆڕین )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / گۆڕین )

Connecting to %s


%d هاوشێوەی ئەم بلۆگەرانە: